HDPê derbarê Salihe Aydeniz de biryarek da
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ragihand, grûpek ji parlamenterên wê partiyê dê li cihê Salihe Aydeniz di civînên Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a derbarê rakirina parêzbendiya parlamentera Amedê û Hevseroka Giştî ya DBPê Salihe Aydeniz amade bibin.
HDPê di daxuyaniyekê de ragihand, “Cîgira Serokê Koma me Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenterên me Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Mehmet Ruştû Tiryakî, Tulay Hatimogullari Oluç û Zuleyha Gulum dê beşdarî civînên Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a derbarê rakirina parêzbendiya parlamentera me ya Amedê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salihe Aydeniz bibin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “di komîsyonê de dê parlamenterên me li ser navê parlamentera me Aydenizê biaxivin.”
Rakirina parêzbendiya Salihe Aydeniz, îro li parlamentoya Tirkiyê tê gotûbêjkirin. Berî demekê Komîsyona Amadekar a parlamentoya Tirkiyê biryar dabû ku parêzbendiya Salihe Aydeniz bê rakirin.
Roja 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû sazkirin.
Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDP û polîsan de derketibû û di nav aloziyê de şerê Salihe Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev yek jî bûbû sedema nerazîbûnê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop û hejmarek rayedarên din ên Tirkiyê gotibûn, wê parlamentera Kurd sûç kiriye û divê parêzbendiya wê bê rakirin.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan duh 25ê Temûzê berî vê gotûbêjê bi armanca piştgiriya Salihe Aydeniz daxuyaniyek dabû û gotibû, ew dixwazin careke din bêjin ku ew vê darbeya li îradeya gelan û gelê Amedê qebûl nakin.