Parlamentoya Tirkiye derbarê tundûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de dicive: HDP û AKP beşdar nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenetoya Tirkiye li ser daxwaza Partiya Gel Komarî (CHP)  1ê Tebaxa 2022ê derbarê tûndûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê civîneke awarte saz dike, lê AK Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandin ku ew beşdarî runiştina wê civîna Parlamentoyê nabin.

Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel derbarê tedbîrên rûbirûbûna tûndûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de banga civîneke awarte li Serokê Parlamentoya Tirkiye kiribû.

Serokê Parlamentoya Tirkiye Mustafa Şentop piştî vê daxwaza  CHPê roja Duşemê demjimêr 15.00ê de banga civînê li Desteya Giştî ya Parlamentoyê kir.

Li ser banga Şentop ji bo civîna Parlamentoyê pêwîstî bi 200 parlamenteran heye lê HDPê û AKPê ragihandin ku ew beşdarî civînê nabin.

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê Meral Danişbeştaş piştî daxuyaniya Serokê Parlamentoyê diyar kir ku partiya wan beşdarî civînê nabe û got “Helwêsta me ya li beramber tûndûtîjiya di tendirûstiyê de zelal e. Divê hemû partî li ser yasayekê li hev bikin. Diviyabû derbarê yasayê de CHPê ligel me gotûbêjek pêk anîba. Ji ber ku ev yek li ber çav negirt em vê daxwazê red dikin.”

Wekîlê Serokê Firaksiyona AKPê Mahîr Unal jî îro 26ê Temûza 2022ê bi heman awayî ragihand ku partiya wî jî beşdarî civînê nabe û got: “Wezareta me ya Tendirûstî û Navxwe hewla rûbirûbûna tûndûtîjiya li dijî karmendên tendirûstiyê didin. Em beşdarî civîna Duşemê nabin. Em rê nadin ku ew xebatên em dikin, weke amûreke siyasî bên bikaranîn. Ev bangawazî bêyî şêwra ligel ti aliyekê hatiye kirin. Şêwir ligel hevpeymanên xwe jî nekirine.”

Pizîşkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek caran ji aliyê nexweş an jî kesûkarên wan ve rûbirûyê tûndûtîjiya fîzîkî dibin û meha derbasbûyî li bajarê Konya yê Tirkiye pizîşkek li ser karê xwe ji aliyê kesûkarê nexweşekê ve li ser karê xwe bi çekê hatibû kuştin ku ev yek ji sedemên sereke yên koça pizîşkan e.

Pizîşkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha ji bo başkirina şert û mercên xwe yên kar û derxistina yasayeke rûbirûbûna tûndûtîjiya li beramber wan çendîn car çalakî kirine û dest bi grevê kirine. Lê heta niha desthilatê AKPê ti pêngavek berdest bo pizîşkan neavêtiye.