Rakirina parêzbendiya Salihe Aydeniz îro tê gotûbêjkirin

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan DBP Salihe Aydeniz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rakirina parêzbendiya Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Salihe Aydeniz ku di heman demê de Hevseroka Giştî ya DBPê ye, îro li Komîsyona Hevbeş a Parlamentoya Tirkiyê tê gotûbêjkirin.

Berî demekê Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê biryar dabû ku parêzbendiya Salihe Aydeniz bê rakirin û ew biryar îro Sêşembê 26ê Temûza 2022ê dê li Komîsyona Hevbeş a Parlamentoya Tirkiyê bê gotûbêjkirin.

Piştre biryara komîsyonê dê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê gotûbêjkirin û deng li ser bê dayîn.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan duh 25ê Temûzê berî vê gotûbêjê bi armanca piştgiriya Salihe Aydeniz daxuyaniyek dabû û gotibû, ew dixwazin careke din bêjin ku ew vê darbeya li îradeya gelan û gelê Amedê qebûl nakin.

Roja 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû sazkirin. 

Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDP û polîsan de derketibû û di nav aloziyê de şerê Salihe Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev yek jî bûbû sedema nerazîbûnê. 

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop derbarê bûyerê de gotibû, ev suç e û divê parêzbendiya wê parlamenterê bê rakirin.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 27emîn gera parlamentoya wî welatî de, hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê li dijî parlamenteran pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyê hatine kirin. Ji wê hejmarê 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê hatine tomarkirin ku hinek ji wan derbarê parlamentera DBPê Salihe Aydeniz de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst