Dayikên Aştiyê êrişa li dijî kurdên rojava şermezar kirin

 

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek jinên kurd ên bakûrê Kurdistanê êrişên komên çekdar ên îslamî li djiî kurdên rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ji Tirkiyê xwestin alîkariya komên îslamî neke û destê xwe nexe nav karên rojavayê Kurdistanê.

Êrişên komên îslamî yên radîkal li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê rastî nerazîbûna kurdên hemû beşên Kurdistanê tê.

Li bajarê Stenbolê jî îro (26.07.2013) gelek jin û dayikên endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrişên li dijî kurdên rojava nîşan dan.

Dayikên kurd her wiha ji hikûmeta Tirkiyê xwestin alîkariya komên îslamî neke û eger xurt e bila kêşeyên xwe çareser bike…