Li otogarên Stenbolê qelebalixiya Cejna Qurbanê dest pê kir

26-06-2023
Nîşan Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber betlaneya Cejna Qurbanê li otogarên Stenbolê qelebalixiyeke zêde heye û bilêt bi dest kesên ku dixwazin geşt bikin nakevin an jî piştî kirîna biletê bi rojan li otogarê dimînin heta ku cih bi dest wan dikeve ku geşt bikin.

Gelek kesên ji bo kar çûne Stenbolê ku dixwazin di cejnê de biçin mal an jî yên dixwazin cejna xwe li derveyî bajêr derbas bikin berê xwe dane otogaran lê ji ber qerebalixiya zêde hinek kes bi rojan li otogarê dimînin û her wiha nirxê bilêtan jî giran bûye.

Li gor agahiyan, heta roja 24ê Hezîranê jî bilêtên otobusan ji Stenbolê bo Dîlokê 800 lîre bû lê di nava du rojan de bûye 1000 lîre.

Herwiha rêwiyên ku dixwazin biçin Bakurê Kurdistanê dibêjin her fîrmayek li gor dilê xwe nirxê bilêtan diguhere û nirx giran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst