Baroya Stenbolê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar diçe Rihayê

26-06-2021
Nîşan Malbata Şenyaşar Baroya Stenbolê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Stenbolê dê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bi Rihayê, ku di encama êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz de 3 endamên wê malbatê hatibûn kuştin û 110 roj in di çalakiya “Nobeta Edaletê” de ne.

Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û  ligel kurê Ferît Şenyaşar di  çarçoveya çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” mde serdana Baroya Stenbolê kirin.

Ferît Şenyaşar ku ew jî ji êrişê birîndar rizgar bibû, ji Rûdawê re diyar kir ku di serdanên xwe de sozê piştgiriya hiqûqî ji Baroya Stenbolê wergirtine û rêveberiya baroyê di rojên pêş de ji bo ku bi dozger re hevdîtinê bike dê biçe Rihayê.  

Ferît Şenyaşar da zanîn ku wan bi Serokê Baroyê Mehmet Durakoglu re hevdîtin kir û wan ji wî re behsa hûrgiliyên bûyerên li nexweşxaneyê jî kir û wiha pê de çû: “Ji roja yekem ve çi bûye, çi nebûye me ji birêz Mehmet Durakoglu  vegot. Qetilkirin a rastîn li nexweşxayê dibe. Dema me behsa wê rewşê kir Serokê Baroyê pir ecêbmayî ma. Wî got, `weke Baroya Stenbolê, çi hewce be em ê bikin, em ê bûyerê bişopînin.`  Wî got ku eger ew bixwe nekaribe were jî, dê teqez şandeyek ji Baroya Stenbolê ji bo piştgiriya hiqûqî bişînin Rihayê. Ev soz da me. Dê kengê bên lê em nizanin.”

Şenyaşar herwiha eşkere kir ku Durakoglu kiryarên li hemberî wan bûne weke bêhiqûqî bi nav kiriye û gotiye ku “ev bêhiqûqiya pêk hatiye nayê qebûlkirin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Ferit Şenyaşar got: “Serokê Baroyê Mehmet Durakoglu kopiyek dosyeyê ji me xwest û got `em ê dosyeyê lêkolîn bikin û li gorî wê amade bikin.`  Lê wî nedizanî ku lingê nexweşxaneyê yê êrîşê ji hev hatine veqetandin û derbarê wê de ti doz nehate vekirin.

Derbarê tiştên li nexweşxanê rûdane ti pêşveçûn nînin. Îdidanemeyek nehate amadekirin. Em her roj daxwazan dikin, lê daxwazên me nayên cih. Dozger an me nabîne an jî dema ku me dibîne, ji jûreya xwe direve. Me bi daxwaznameyê re derbarê doza dawîn de çend pirsên nivîskî şandin. Me pirsî: `Dê kengê doz were vekirin?` Di heman demê de tweetek ji bijîşkek li nexweşxaneyê dixebitî jî hebû (ku dema Esved Şenyaşar hate lînç kirin kî li wir bû). Min bersivek nivîskî xwest, `gelo ev tweet rastiyê nîşan dide yan an na?` Em bersivan dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst