Li Tirkiyê yasaya nû ya leşkeriyê hat pejirandin

26-06-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Leşkerî Yasa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tiriyê yasaya nû ya leşkerî di parlamentoya Tirkiyê de bi 335 dengan hat pesendkirin. Piştî ku yasaya nû ket rewacê leşkeriya zêdeyî 100 hezar kesan berî dema xwe bi dawî dibe.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî yasaya nû ya leşkeriyê pejirand, ew yasa di rojnamevaya fermî ya hikûmetê de hat weşandin û bi yasaya nû gelek guhertin di sistema leşkerî ya wî welatî de çêdibe.

 

Li gor sistema nû ciwaziya di navbera “leşkeriya heyama dirêj” û “leşkeriya heyama kurt” radibe. Leşkariya neçar ji 12 mehan bo 6 mehan dadikeve.

 

Kesên ku 6 mehên xwe yên leşkeriyê qedandin, eger bixwazin û mercên wan jê bigire dikarin bimûçe leşkeriyê berdewam bikin. Kesên leşkeriyê xwe berdewam bikin dê 2 hezar lîre werbigrin, lê kesên ku li bajarên wek Hatay, Kilis, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî û Îdirş leşker bin dê hezar lirê zêdetir mûçe bistînin.

 

Piştî yasa hat guhertin leşkeriya zêdeyî 100 hezar leşkeran ji dema xwe zûtir bidawî dibe, terhîsbûna beşek ji wan dest pê kiriye.

 

Herwiha li gor sîstema nû, kesên bi ser 20 saliyê re mafê wan heye ku li beramberî 31 hezar lîre leşkeriya bibedel werbigirin.

 

Kesên sûdê ji bedeliyê werbigrin dê piştî perwerdeya yek mehî terhîs bibin.

 

Kesên mamoste û bijîşk piştî perwerdeya yek mehî vegerin ser karên xwe.

Kesên ku 2-3 sal zanîngeh xwendine, kesên ji 4 sal û zêdetir zanîngeh xwendine dikarin bibin binefserê yêdek.

Welatiyên li dervayê Tirkiyş rûdinin an jî cotwelatîbûna wan hene herî kêm 3 salan li dervayê Tirkiye bisekinin ew dê bikaribin ji leşkeriya bi dowîz sûd werbigirin.

Li gor qanûna hat weşandin dema lazim bike, şer an jî rewşa rageşiyê hebe Serokomarê dikarebe dema leskeriyê heta 5 salan dirêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst