Bulent Arinç: Erdogan nazmedê me ye ji bo serokomariyê

26-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ragihand ku serokwezîrê niha yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan namzedê AKPê ye ji bo serokomariyê.

Bulent Arinç dema ku li Stenbolê beşdarî pêşangehekê bû derbarê hilbijartina serokomarê Tirkiyê de pirsên rojnamevanan bersivand.

Arinç got ku ew di wê baweriyê de ye “dê di 1ê tîrmehê de namzediya serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ji bo serokomariyê bê diyarkirin”.

Arinç derbarê namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo serokomariyê ragihand ku “ji xwe her kes dizane namzedê me dê kî be. Ji ber wê jî kes ji wan navan napirse”.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê got ku “eger bibe qismet û xwedê destûrê bide ewê roja 1ê tîrmehê namzediya serokwezîr ji bo serokomariyê diyar bikin”.

Bulent Arinç axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dixwazin ku serokwezîrê me bibe namzed. Her kesên ku li ser vê mijarê diaxivin jî ji serokwezîrê me heman tiştî dixwazin. Tenê maye ku serokwezîrê me niyeta xwe diyar bike. Ez bawer dikim ku di 1ê tîrmehê de dê vî tiştî diyar bike”.

Arinç li ser pirsa piştî Erdogan bibe serokomar gelo dê kî bibe serokwezîr jî wiha got: “Piştî ku serokomar diyar bibe û sûndê bixwe emê li ser navên serokwezîriyê bisekinin. Niha ne wexta axaftina van tiştan e. Ev mijarên taybet in”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst