Di “Doza JITEMê” de biryareke nû hat dayîn

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan JITEM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Enqerê di “Doza JITEMê” de derbarê 19 bersûcan ku di nav de Mehmet Agar, Korkut Eken, Ibrahim Şahin û Mahmut Yildirim (Yeşil) heye biryara beraetê da û ji xwe bi giştî 19 bersûc bûn.

Di navbera salên 1993 û 1996an de li parêzgeha Enqerê û derdora wê Rêveberê Nifûsê yê Altindagê Abdulmecit Baskin jî di nav de 19 kes bi awayekî kiryarê wê nediyar hatibûn kuştin. Ji ber vê  yekê li dijî Wezîrê Berê yê Navxwe Mehmet Agar, Serokê berê yê Daîreya Tevgera Taybet Ibrahim Şahin, polîsên berê yên tevgera taybet Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ercan Ersoy, Ahmet Demiral û Enver Ulu jî di nav de bo 19 kesan doz hatibû vekirin.

Kurê Abdulmecit Baskin, Eren Baskin roja Înê 26ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Ez gelekî xemgîn im. Di dadgeha ku 11 sal in berdewam dike de tevî bi dehan delîl û şahidan hiqûq hat qetilkirin û derbarê hemû bersûcan de biryara beraetê hat dayîn.”

Doza JÎTEMê ya girêdayî kuştin û windakirina 19 kesan di salên 1993-1996an, di 13ê Kanûna 2019an de li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Dadgehê wê demê biryara beraetê dabû. Di nav kuştiyan de karsazên Kurd ên wek Savaş Buldan û Behçet Canturk jî hebûn. Lê piştre Dadgeha temyîzê biryarên beraetê yên bersûcên doza JÎTEMê, ku di nav wan de Wezîrê Navxweyî yê berê Mehmet Agar û Korkut Eken jî heye, hilweşandibû. Agar û bersûcên din ji nû ve dihatin darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst