Emîrê DAIŞê yê nû li Stenbol hat desteserkirin

26-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaua Tirkiyê dibêje di operasyonekê de li Stenbolê, Emîrê DAIŞê  Ebu Hesen El Qureyşî hate girtin, Serokmarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dê zanyariyan li ser vê mijarê eşkere bike.

Li gor zanyariyên ku li medya Tirkiyê belav bûne, hêzên emnî yên Tirkiyê hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstîxbaretî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê birêve bir.

Medya Tirkiyê belav kiriye, piştî ku zanyariya hebûna Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihişt hêzên emnî, bi rojan mala ku Qureyşî xwe tê de vedişart ket bin çavdêriyê û her liv û tevgereke li wê deverê hat şopandin.

Piştî çavdêrî û şopandina hûr ku bi rojan berdewam kir, bi fermana Rêveberê Giştî yê Emniyeta Stenbolê operasyona girtina Emîrê DAIŞê hefteya borî hat destpkirin û Emîrê Nû yê DAIŞê  Ebu Hesen El Qureyşî hat girtin.

Her li gor zanyariyan, tîmeke Îstîxbareta Tirkiyê niha lêpirsînê li gel Emîrê DAIŞê dike û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê di rojên pêş de girtina Emîrê Nû yê DAIŞê bi fermi rabigihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst