Li Deryaya Egeyê 41 koçber hatin desteserkirin

26-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên parêzgeha Îzmîrê li nav Deryaya Egeyê 41 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanîstanê bibin hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravan ragihand, li ser zanyariyên ku komek koçber li Deryaya Egeyê di nav belemekê de hatine dîtin, tîmên ewlekariya peravan bo herêmê hatin şandin.

Li gor daxuyaniyê, tîmên ewlekariya peravan di nav belema lastîkî de 41 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin desteser kirin.

Hatiye ragihandin ku her 41 koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatine kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst