Dewleta Tirkiyê û mafya

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî mehekê ye kesekî mezin ji mafyaya Tirkiyê bi rêya belavkirina girtevîdyoyan serê welatî û siyasetmedarên Tirk biriye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgiriya xwe ji Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu re ragihand.

Sedat Peker gelek nehêniyên Dewleta Tirk û Endamên AKPê eşkere kirin, derbarê bazirganîkirina bi madeyên hişbir herwiha  bi encamdana karê ne yasayî wan tometbar dike.

Vîdyoyên Peker bûne kereste ber destê opozisyona Tirkiyê li dijî desthilatê.

Serokê Partiya Demoqrasî û Pêşketinê Alî Babacan dibêje "Mayîna vê dewletê bi rêya  hevahengîkirina li gel Mafya û Rêxistinên tawankar nabe. Bi yasa û dadperweriyê  ev welat dikare   bimîne li ser piyan. Bi mayîna di çarçoveya yasayê de. Serokomar tiştekî nabêje li ser vê yekê. Tiştê xerabtir ê ku welat bi tevahî dihejîne ewe ku dadwerekî tenê jî ti gav ne avêtine û dest bi lêkolînan nekiriye". 

Çav li serokkomarê Trikiyê Recep Tayip Erdogan diman, kengî biaxive, bi taybet Peker gelekî êrîş dike ser Wezîrê Navxwe. Roja Çarşema 26ê Gulanê cara yekemîne Erdogan di civîna firaksyon partiya xwe de li ser vê mijarê diaxive.

Serokkomarê Trikiyê Recep Tayip Erdogan got "Armanc ji êrîşên li dijî Wezîrê me yê Navxwe Sulêman Soylu têkbirina rewşa aram û seqamgîr a welatê me ye. Wek çawa em li pişta wezîrê navxwe bûn di şerê terorê de, emê li dijî rêxisitnên tawankar jî bi heman awayî pişgiriya wî bikin"

Partiyên opozisyonê hewl didin komisyonekê di nava parlamantoyê de pêkbînin ji bo destpêkirina lêkolînan li ser wan zanyariyên ku Sedat Peker eşkerekiribûn, lê AKPê ti carî ne li gel vê gavê ye û ew dibîne ku divê desthilateke dadwerî li ser vê pirsê kar bike.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje "Nabe Serokê Parlamantoyê bêdeng bimîne li ser van bûyeran, ne ji mafên wî ye bêdeng bimîne. Eger kesekî siyasî heye her meh 10 hezar dolar wek bertîl distîne, divê ev tişt bo raya giştî bê eşkerekirin. Ji erkê wî ye bangê li Suleyman Soylu bike. Ew 10 hezar dolar bertîl ji mafyayê werdigre, wan pereyan ji çeteyên veşartî werdigre. Eger mafya kesekî siyasetmedar mehane bi 10 hezar dolar xwedî dike, ew 100 hezar dolar jî qezenc dike".

Li Tirkiyê ji ber belavkirina li ser twitterê xelk tên desteserkirin û dikevin zindanê. Lê heta niha li hemberî wezîrê navxwe Suleyman Soylu û Erkan Yildirim kurê alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Binalî Yildirim û Wezîrê Navxwe yê berê yê Trikiyê Mihemed Agar û kurê wî Tolga Agar ku niha parlemanterê AKPê ye ti rêkarên yasayî li nehatine kirin ku ji aliyê Sedat Peker ve hatine tometbarkirin ku wan tawan kirine.