Li Tirkiyê hilbijartina pêşwext hêdî hêdî dibe rojev

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ligel metirsiyên bahora Koronayê, rojeva siyasî her diçe germtir dibe ku ew jî hilbijartina pêşwext e. Piştî ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, eger hilbijartina pêşwext were kirin, wek ÎYÎ Partiyê, ew dê hevkariya Partiya Paşerojê û Partiya DEVA dikin daku li parlamentoyê bikaribin fraksyonê pêk bînin, Partiya Nîjadperest a Tirkiyê (MHP) çend pêşniyarên bilez dan hikûmetê û daxwaz kir ku yekser yasaya partiyên siyasî bê guhertin û yasaya hilbijartinan were sererastkirin.

Ev jî wek amadekariya desthilatê bo hilbijartina pêşwext tê şirove kirin. Behsa hewldanekê tê kirin bo wêya hejmara parlamenteran bo pêkanîna fraksyonê ji 20an bo 40 parlamenter bê zêdekirin û bo rêgirtin li veguhestina parlamenteran di navbera partiyan de jî di ware demê de sînorek bê danîn.

CHPê berî hilbijartinên giştî yên 2018ê, 15 parlamenter dan ÎYÎ Partiyê ku ji MHPê cuda bûbû. Berê 5 parlamenterên ÎYÎ Partiyê hebûn û bi wan jî li parlamentoyê fraksyon pêk anî.

Li gor Maddeya 36 a Partiyên Siyasî li Tirkiyê, her partiyeke siyasî ji bo beşdarî hilbijartinê bibe, divê kongreya xwe kiribe, li parêzgehan baregahên xwe vekiribin an jî li parlamentoyê bikaribe fraksyonê pêk bîne.

Partiya Paşerojê û Partiya DEVA ku du partî ne ji nav AK Partî derketine dibêjin, amade ne bo beşdarbûna hilbijartinan.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan got, eger hilbijartin were kirin û serkeftinê bidest bixin, yekem bend di rûniştina yekem a parlamentoyê de azadkirina wan girtiyan dibe ku ji ber nerînên xwe di zîndanê de ne û ji rojnamevanan re dibêjin di çarçoveya yasayên gerdûnî de hun çi dixwazin binivîsin, êdî azad in.

Babacan got: “Yekem bend di rûniştina yekem a parlamentoyê de azadkirina wan girtiyan dibe ku ji ber nerînên xwe di zîndanê de ne. Em ji rojnamevanan re dibêjin di çarçoveya yasayên gerdûnî de çi dixwazin binivîsin, êdî azad in”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne di wê baweriyê de ye ku hilbijartina pêşwext li Tirkiyê were kirin. Wekîlê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç dibêje: “Rewşa niha ne di berjewendiya desthilatê de bo hilbijartina pêşwext. Xwezî hilbijartin kiribana û encamên wê bidîtana.”

Herçiqas Erdogan xala dawî derbarê gotûbêjên hilbijartina pêşwext de danî û di video-konferansekê de ligel rêxistinên partiya xwe got: “Divê em heta hilbijartinên 2023ê hewldanên xwe zêde bikin”.

Lê li gor hinek pisporan, desthilata AK Partî ku di siyaseta navxwe û derve de tengav bûye û rûbirûyê krîza aborî bûye, bi hevpeymaniya ligel MHPê diçe hilbijartineke pêşwext.