Taşçîer: Ti pêwendî di navbera bidawîhatina grevan û hilbijartinên Stenbolê de tune ye

26-05-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Abdullah Ocalan Îmam Taşçîer Stenbol Proseya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçîer ji Rûdawê re ragihand, di navbera şikandina greva Leyla Guvenê û egera destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê li gel hilbijartina meha bihê ya Şaredariya Stenbolê ti pêwnedî tune ye. Îmam Taşçîer dibêje, ew li benda axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan in ku biryar e 30ê Gulanê li parlamentoya wî welatî gotarekê bide.

 

Îmam Taşçîer ji Rûdawê re dibêje, nabe mijara grevgirtiyan û destpêkirina proseya aştiyê yan hilbijartinên 23ê Hezîrana 2019 ên Şaredariya Stenbolê bi hevdu ve bêne girêdan, ji ber ku grevê heft mehan berî hilbijartinan destpê kiriye û mijareke cuda ye.

 

Taşçîer got: “Grevgirtiyan daxwaza rakirina tecrîda ser Abdullah Ocalan dikir. Piştî ku di 22ê Gulana îsal de parêzeran bo cara duyem hevdîtin bi Ocalan re kirin, gotin ku Ocalan daxwaza bidawîkirina grevan kiriye, ji ber vê jî Leyla Guven û parlamenter û zîndanî û çalakvanên din dawî li greva xwe anîn.”

 

Weke amajeyekê bo destpêkirina proseya aştiyê, Îmam Taşçîer da xuyakirin: “Di civîna 2ê Gulana 2019 de ya li gel parêzerên xwe, Ocalan gotibû em di rewşeke weke sala 2013ê de ne û li cem hemûyan jî zelal e ku di vê salê de proseya aştiyê destpê kir. Rakirina tecrîda ser Ocalan jî dibe ku ew yek jê were çaverêkirin.”

 

Herwiha Hevserokên Giştî yên HDPê, Sezayî Temellî û Pervîn Buldan jî ragihand, bendewariya hemû kesên xwedan vîjdan, raya giştî û kesûkarên grevgirtiya ev e ku dawî li greva birçîbûnê bihê anîn daku zirareke zêdetir negihe tendirustî û jiyana grevgirtiyan.

 

Du roj berî niha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, Abdulhamit Gul ragiahndibû, roja 30ê Gulanê Erdogan di civîna parlamentoya wî welatî de amade dibe û dê di gotarekê de têkildarî reformên dadê û sererastkirina hin yasayan biaxive.

 

Piştî ku parêzerên rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan çûne Îmraliyê û peyama wî bo raya giştî aşkere kirin, beşeke peyamê taybet bû bi wan kesên ku ketibûne greva birçîbûnê, daku greva xwe bişkiînin, lewma parêzerên Ocalan di hewldanê de bûn ji bo kesên grevgirtî, dest ji grevê berdin.

 

Ocalan di peyama xwe de ku bi rêya parêzerên wî ji raya giştî re hatiye aşkerekirin, dibêje: “Di serî de, bo wan hevalên ku ketine grevê û rojiya mirinê girtine, bi vê peyama ku bi rêya du ji parêzerên min ve tê aşkerekirin, li bendê me yekser dawî li çalakiya xwe bînin, bi asûdeyî dibêjim ew armanca ku we derbarê min de hebû, hate cih û rêz û hezkirina xwe pêşkêşî we dikim. Ji bo niha û şûnde, ez tekez dikim û hêvîdarim ku bi îrade û bi tundî li gel min bin.”

 

Ew dema 10 rojan bû ku 30 alîgirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi armanca rakirina tecrîda li ser rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, li nav zîndanên Tirkiyê ketibûne greva birçîbûnê heya mirinê.

 

HDP jî dibêje, nêzîkî pênc hezar alîgirên wan û çalakvanan li nav zîndanên Tirkiyê ketibûne greva birçîbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst