CHP: Roja Newrozê dê bibe betlaneya fermî

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê bi civînekê beyannameya hilbijartinan a partiya xwe eşkere kir û ragihand ku dema CHP were desthilatdariyê, dê roja Newrozê bibe betlaneya fermî.

 

Di civînê de ku namzedên hilbijartinan ên CHPê hatin nasandin, beyannameya partiyê hat eşkerekirin.

 

Kemal Kiliçdaroglu bi beyannameya ku bi sernavê "Em ji bo milet tên" û ji 230 rûpelan pêk tê ragihand ku li Tirkiyê 5 pirsgirêkên bingehîn hene ku ew jî heq, hiqûq û dad, perwerdehî, aborî , aştiya civakî û siyaseta derve ye.

 

Kiliçdaroglu di bin sernavê "aştiya civakî" de diyar kir ku dema CHP were desthilatdariyê, dê roja Newrozê bibe betlaneya fermî.

 

Herwiha di beyannameya CHPê de hatiye eşkerekirin ku "welatî dê bi azadî zimanê xwe hîn bibin, biratî dê biaxive, teror dê bisekine û aramî vegere welat".