Sezen Aksu û Tarkan ji bo Ceylan Onkol bi hev re stranek gotin

26-05-2017
RÛDAW
Nîşan Ceylan Onkol hawan kuştin stran Sezen Aksu Tarkan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Stranbêjên Tirkiyê Sezan Aksu û Tarkan, ji bo keça 12 salî Ceylan Onkol ku bi guleya hawanê ya Artêşa Tirkiyê ve jiyana xwe ji dest dabû, bi hev re stranek xwendin.

 

Ceylan Onkol li Bakurê Kurdistanê li gundekî navçeya Licê ya bajarê Amedê, dema ku li ber pezê xwe bû, guleyeke hawanê ya Artêşa Tirkiyê lê ketibû û laşê keça 12 salî perçeperçe bûbû.

 

Laşê wê yê perçebûyî, dayîka wê berhev kiribû.

 

Malbata Ceylan Onkol li ser kuştina keça 12 salî, doz vekiribûn û di derbarê vê dozê de, 28 hezar û 208 lîre û 85 qiruş, tenê biryara qerebûya madî hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst