Cîgirê Erdogan: Zimanê dayîkê qasî şîrê dayîkê helale

26-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Koln (Rûdaw/Ajans) - Alîkarê serokê giştî yê AKPê, Numan Kurtulmuş li Elmanya ligel welatiyên Tirk hat ba hev. Kurtulmuş diyar kir ku di mijara PKKê de xeletiyên dewletê jî çêbûne. 

Nûman Kurtulmuş li ser îdiayên parçebûna Tirkiyê wiha got: “Ev nêzîkatiyekî şaşe. Qasî 30 salane li welatê me şerek heye, hûn ji min baştir dizanin kîjan dewletan alîkarî dane. Tevî ev qas piştgiriya derve, ger terorê Tirkiyê parçe nekiribe, ji niha û pêde hêza ti kesê nîne me parçe bike. Şaristaniyeke me ya hevpar heye. Em Tirk çendî xwediyê vê şaristaniyê ne, bi heman awayî kurd, laz û çerkez jî xwedîne. Ji niha û pêde jî zarokên heman gelî, wê heta qiyametê bi hev re bijîn.”

Alîkarê serokê giştî yê AKPê, Numan Kurtulmuş wiha pêdeçû: “PKKê ev kar heta vir anî, ma di anîna rewşê ya heta vir de ti qisûrên siyaseta fermî ya Tirkiyê nîne. Berê PKK yek ji rêxistinên biçûk ên kurdan bû. Lê 12ê îlonê li Amedê îşkence û pêkanînên bê mafî hatin kirin ku mirov neçarbûn xwe bavêjin hembêza PKKê. Ez wekî kesekî ku min kesên gundê wan hatî xirabkirin û li meydana gund beraz bi wan dayî xwarin dîtî, dibêjim. Raste, ev ne tiştên yasayî ne û karê hinek çeteyên xirab in.”

Nûman Kurtulmuş derbarê qedexeya kurdî û zimanê dayîkê de jî wiha got: “Mirovên giring ên şoreşê, gotin ‘li vî welatî Kurd nîne’ û nasnameya mirovan înkar kirin. Bi salan bûn asteng ku mirovan ne dikarîn navê bixwazin li zarokên xwe bikin. Zimanê dayîkê qasî şîrê dayîkê helale. Ji ber dema em ji dayîk bûn, me ne hilbijartiye em bi kîjan zimanê dayîkê baxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst