Erdogan bersivand: Tirkiye dê pêwendiyên bazirganî yên bi Îsraîlê re qut bike?

26-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew di serî pêwendiyên xwe yên bazirganî yên bi Îsraîlê re qut dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Stenbolê yê Tirkiyeyê beşdarî Konferansa Platforma Qudsê bû.

Erdogan di konferansê de li ser pêşhatên dawî yên şerê Xezeyê axivî û bersiva wan rexneyan jî da ku ji ber bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re li dijî hikûmeta wî tên girtin.

Erdogan ragihand ku ew dê di serî de pêwendiyên xwe yên bazirganî yên bi Îsraîlê qut bikin û got:

“Ji bo ku ev qesabê Netanyahu li pêşiya hiqûqê hesabê bide her kesî divê em hewldanên xwe zêde bikin.”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan berî hilbijartinan rexne li hikûmeta AK Partiyê digirtin ku Îsraîl jî binkeya radarê ya Kurecîkê ku Amerîkayê li parêzgeha Meletiyê ava kiriye bi kar tîne.

Fatîh Erbakan bangî Erdogan kiribû ku ew binke were girtin.

Recep Tayyîp Erdogan îdiayên Erbakan ên li dijî hikûmeta xwe wekî “bêbextî” bi nav kirin û got ku ji bilî ewlehiya Tirkiyeyê ti armancake din a binkeya radarê ya Kurecîkê nîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê rexneyên tind li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu girtin û anî ziman:

“Netanyahu wekî kujerên beriya xwe navê xwe wekî qesabê Xezeyê bê şerm di dîrokê de nivîsand.

Bi lobîya li pişt  xwe difikirin ku dê kuştinên li Xezzeyê binixumînin lê hûn çi bikin vala ye. Hûn nikarin zincîran li dilê Tayyîp Erdogan bidin. Em bi ti awayî serî li hemberî we natewînin.”

“Me bi antîsemîtîzmê tawanbar dike”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan herwiha da zanîn:

“Hîtler û Naziyên roja îroyîn ew kujer in ku li Xezeyê zêdetirî 15 hezar zarok kuştine. Netanyahu wekî kujerên beriya xwe navê xwe wekî qesabê Xezeyê bê şerm di dîrokê de nivîsand.

Ev qirêja reş ku bi eniya wî ve maye çi bike bila bike dernakeve. Niha dema em wiha diaxivin hinek nerehet dibin. Wekî her tawanbarê ku tawana wî ji rûyê wî re tê gotin rêveberiya Îsraîlê jî me bi antîsemîtîzmê tawanbar dike û dibêje qey dê me bêdeng bike.

Bi çapemeniya dest wan de û hêza lobiyê difikirin ku dê kuştinên li Xezeyê binixumînin.

Ez dixwazim ji vê derê careke din vê rastiyê bînim bîra wan, hûn çi bikin û çiqas hewl bidin jî vala ye. Hûn nikarin zincîran li dil û soza Tayyîp Erdogan bidin.”

Zêdetirî 200 rojan e li Xezeyê di navbera Hemasê û artêşa Îsraîlê de şer berdewam e.

Di şer de heta niha zêdetirî 34 hezar Filistîniyan canê xwe ji dest daye û bêhtirî 70 hezar kesî jî birîndar in.

Li Îsraîlê jî heta niha zêdetirî hezar û 200 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst