Xwe li erdê gevizandibû û kiribû hawar: AK Partiyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – AK Partiyê ragihand ku li ser Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kocaeliyê Îbrahîm Efe lêpirsîna dîsiplînê dest pê kiriye.

Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê doh di navbera endamên CHP û AK Partiyê de li ser çêkirina rê nîqaşek çêbû.

“Polîsno hawar e”

Endamê AK Partiyê Îbrahîm Efe bi carekê re xwe avêt erdê, xwe li erdê gevizand û got: “Polîsno hawar e, li min dixin.”

Ev dîmen di demeke gelekî kurt de ji aliyê bi hezaran kesan ve li ser torên civakî hatin belavkirin û gelek kesan bertek nîşanî Îbrahîm Efe da.

Serokê AK Partiyê yê Kocaeliyê Şahîn Talus îro daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li ser Îbrahîm Efe lêpirsîna dîsiplînê dest pê kiriye.

Şahîn Talus di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Piştî ku em bi saziyên xwe yên pêwendîdar re şewirîn me pêvajoya dîsiplînê da destpêkirin.”