Hewlêr (Rûdaw) – AK Partiyê ragihand ku li ser Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kocaeliyê Îbrahîm Efe lêpirsîna dîsiplînê dest pê kiriye.
Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê doh di navbera endamên CHP û AK Partiyê de li ser çêkirina rê nîqaşek çêbû.
“Polîsno hawar e”
Endamê AK Partiyê Îbrahîm Efe bi carekê re xwe avêt erdê, xwe li erdê gevizand û got: “Polîsno hawar e, li min dixin.”
Ev dîmen di demeke gelekî kurt de ji aliyê bi hezaran kesan ve li ser torên civakî hatin belavkirin û gelek kesan bertek nîşanî Îbrahîm Efe da.
Serokê AK Partiyê yê Kocaeliyê Şahîn Talus îro daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li ser Îbrahîm Efe lêpirsîna dîsiplînê dest pê kiriye.
Şahîn Talus di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:
“Piştî ku em bi saziyên xwe yên pêwendîdar re şewirîn me pêvajoya dîsiplînê da destpêkirin.”
Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di navbera endamên CHP û AK Partiyê de li ser çêkirina rê nîqaşek çêbû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 25, 2024
📌Endamê AK Partiyê Îbrahîm Efe bi carekê re xwe avêt erdê, xwe li erdê gevizand û got: “Polîsno hawar e, li min dixin” pic.twitter.com/pY98IAgpLD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse