Çavên aliyên siyasî yên Tirkiyê li dengên ciwanan e

26-04-2023
Ferdî Sak
Çavên aliyên siyasî yên Tirkiyê li dengên ciwanan e
Çavên aliyên siyasî yên Tirkiyê li dengên ciwanan e
Nîşan Hilbijartin Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi tenê 18 roj ji bo hilbijartinên 14 Gulanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mane. Derdora 5 milyon ciwan jî dê ji bo cara yekem dengê xwe bidin lewra çavê aliyên siyasî li ser dengên ciwanan e. Berbijêrê Hevpeymaniya Milet ji bo postê Serokkomariyê daxwazê ji ciwanan dike ku piştevaniya wî bikin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan jî ji ciwanan re dibêje ku eger careke din bê hilbijartin, wî çend sozên nû bo wan hene.

Xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 18 rojên din li ser sindoqên dengdanê ne. Nêzîkî 5 milyon ciwan jî bo cara yekem di hilbijartinên 14ê Gulanê de beşdar in. Çavê aliyên siyasî li wan dengan in û bo bidestxistina wan li meydanan sozên cuda didin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet ji bo postê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu ciwanan wek kilîla diyarkirina çarenivîsa Tirkiyê dibîne û daxwaza piştevaniyê ji wan dike.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Ez bang li wan ciwanên me dikim ku li Tirkiyê bo cara yekem diçin ser sindoqan û deng didin. Yên ku çarenivîsa  Tirkiyê biguherin hûn in. Yên ku demokrasiyê bînin Tirkiyê hûn in. Herin ser sindoqan dengê xwe bidin û rêveberiyek otorîter bi rêyên demokratîk biguherin. Divê ciwan bikarin kar bikin berhembînin û qezenç bikin. Dema ciwanan kar kir, berhemanî û qezenc kir,  hûn dê bibînin Tirkiye dê bigihe aramiyê.”

Di bernameyeke AK Partiyê de ligel ciwanan li Enqerê, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan beşdar e.

Erdogan jî wek hevrikê xwe Kiliçdaroglu daxwaza piştevaniyê ji ciwanan dike û eger careke din bê hilbijartin çend sozên nû bo ciwan hene.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Em dê piştevaniya wan ciwanên me bikin ku bi krediya bê faîz karê xwe damezrandine. Em dê bo zêdekirina peywendiya ciwanên me ligel cîhanê, hejmara xwendekarên master û doktorayê  bo derveyî welat zêde bikin. Em dê bo ciwanên vî welatî weke xwedîbûna xanî, li ser wê yekê jî berdewam bin ku  xwedîbûna otomobîlan jî bikin beşeke awayê jiyana standart.”

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de bo cara yekem mafê wan dengdanê yê 4 milyon û 904 hezar û 672  ciwanan heye ku rêjeya dengê wan dike ji sedî 8. 05ê tevahiya dengderan. Eger hilbijartinên Serokkomariyê di gera yekem de yekalînebin di gera duyem de jî  47 hezar û 532 dengderên din li wê hejmarê zêde dibin.

Li gor navekî ya 10 rapirsiyên dawî yên kompanyayên rapirsiyê di hilbijartinên Serokkomariyê de ne  berbijêrê Hevpeymaniya Milllet Kemal Kiliçdaroglu û ne jî berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan ji sedî 50 kom yekê dengan bidest dixe û ew hilbijartin bo gera duyem dimîne dengderên nû yên ciwan jî di wê gera hilbijartinan de wek hêzeke sereke yekalîkirina postê Serokkomariyê tên dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst