Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kampanyayên hilbijartinê germ û gurtir bûne

26-04-2023
Mihemed Emîn Demir
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kampanyayên hilbijartinê germ û gurtir bûne
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kampanyayên hilbijartinê germ û gurtir bûne
Nîşan Hilbijartin Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya hilbijartinan û propagandayên aliyên siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe. Hevpeymaniyên Cumhur û Millet her roj li bajarekî derdikevin pêşiya dengderan û gotaran pêşkêş dikin.

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamento yên Tirkiyê re tenê 18 roj mane. Ligel nêzîkbûna hilbijartinan kampanya û mîtîngên partiyên siyasî jî germ û gurtir bûne.

Berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, roja 25ê Nîsanê li Eskîşehir û Burdurê du mîtîng saz kirin.

Kiliçdaroglu li Burdurê bi silava gurê boz a sembola nîjadperestên Tirk bersiva silava welatiyekî da.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Du xetên me yên sor hene, birayên min ên Burdurî yên xoşewîst du xetên me yên sor hene, yek ala me, yek welatê me ye, al û welat. Em dê bê tirs ji bo al û welatê xwe bimrin. Ji bilî wê jî em dê hemû mirovan hembêz bikin. Em nasname, şêwazê jiyanê û baweriya kesekî napirsin. Ev ne mafê me ye. Şensê kê heye, ku dê û bavê xwe hilbijêre.”

Seroka ÎYÎ Partiyê jî li Wan a Bakurê Kurdistanê, serdana Federasyona Eşîrên Qedîm kir.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got, “Çawa dibe her Kurdek wek PKKyiyekî potansiyel tê dîtin. Tiştê ku ez red dikim ev e û heta mirinê jî ez dê red bikim. Dixwazin deng bidin, dixwazin nedin. Derdê me ne deng in. Derdê me yekîtî û yekbûna me ye.”

Bo welatiyên Tirkiyê yên li derveyî welat li deriyên sînorî û nûnertiyên li welatên derve yên Tirkiyê, roja 27ê Nîsana 2023an dengdan destpê dike. Li nav Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 14ê Gulanê demjimêr 7 dengdan destpê dike û demjimêr 5ê êvarê bi dawî dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst