Demirtaş: Bila tirs ji me bitirse

26-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê biryarên Doza Geziyê nerazîbûna xwe diyar kir û got: “Bila tirs ji me bi tirse”.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku nêzîkî 5 salan e li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, derbarê cezayên bo Osman Kavala û kesên ku dihatin darizandin de nerazîbûna xwe nîşan da.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir  û dibêje: “Gezî di nava çar dîwaran de nayê sînordarkirin. Ma qey hêj fêr nebûne, bila tirs ji me bitirse.”

Osman Kavala ku karsazekî naskirî ye li nava Tirkiye, ew 4 sal û nîv in di girtîgehê de ye. Piştî bûyerên Parka Gezî yê Kavala hatibû girtin û tomet ew bû ku wî ew çalakî organîze kirine û hewl daye desthilatê ji nav bibe.

Ji bo Kavala 25ê Nîsana 2022ê bi hinceta hewla “hilweşandina pergela Destûra Bingehîn” cezayê girtînê yê heta hetayê hat dayîn. Herwiha ji bo kesên din ê ji doza Geziyê tê darizandin  18 sal ceza hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst