SIPRI: Serfkirina leşkerî ya Tirkiyê di 2020an de ji sedî 5 daketiye

26-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di raporta Serfkirina Leşkerî ya 2020an a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) de, amaje bi wê yekê tê dayîn ku Tirkiyê ji sala 2015an  ve serfkirina leşkerî gelekî zêde kiriye û bi serfkirina 17,7 milyar dolar li cîhanê di rêza 16emîn de ye.

Li gor raporta sala 2020an a SIPRIyê, ligel krîza Coronayê jî li cîhanê rêjeya serfkirinên leşkerî zêde bûye. Li gor raporê li tevahiya cihanê serfkirinên leşkerî yên 2020an li gor sala borî ji sedî 2,6 zêde bûne û gehiştiye 1,98 trilyon dolar. Tê diyar kirin ku ev ast, piştî 1988an asta herî bilind e.

Di raportê de 40 welatên ku serfkirina wan a leşkerî herî zêde ye hatine nirxandin. Tirkiye ku 2019an di rêza 15mîn de bû, di raporta 2020an daketiye rêza 16emîn. Di raportê de Tirkiye ku wek welatê Rojhilata Navîn hatiye nirxandin û tê gotin serfkirinên leşkerî yên Tirkiyê li gor sala borî ji sedî 5 daketiye û bûye 17,7. Lê tê diyar kirin ev daketin di zêdebûna ji sedî 77 a serfkirinên Tirkiyê yên di navbera 2011 û 2020an de wek îstîsnayekê ye. Tê gotin ku ji ber polîtîkayên bi xwebawer ên Tirkiyê serfkirinên leşkerî jî 2015an û şunde gelekî zêde bûne.

Li gor raportê berevajî cîhanê li Rojhilata Navîn serfkirinên leşkerî ligor sala borî ji sedî 6,5 daketiye. Li herêmê tenê li 4 welatan serfkirinên leşkerî zêde bûne. Li gor vê li Misrê ji sedî 7,3,  Îsraîl ji sedî 2,7,  Urdun ji sedî 2,5 û Ummanê ji sedî 1,7 zêde kirine.

Li gor raporta SIPRIyê Amerîka, Çin, Hindistan, Rusya û Brîtanya ew welat in ku serfkirinên leşkerî zêde kirine. Amerîka serfkirinên leşkerî yên 2020an li gor sala borî ji sedî 4,4 zêde kirine û gîhaye 778 milyar dolaran. Li gor vê ji sedî 39 serfikirinên leşkerî yên cihanê yên Amerîkayê ne.

Berpirsa SIPRI Alexandra Marksteiner got: “Zêdebûna serfkirinên leşkerî yên salên dawî yên Amerîkayê bi projeyên wek veberhênanên mezin bo lêkolîn, modernîzekirina depoyên çekên nukleerî û bi berfirehî dabînkirina çekan ve girêdayî ye.”

Li gor raportê li gel Coronayê jî bi giştî li cîhanê serfkirinên leşkerî  zêde bûne. Tenê Şili û Koreya Başûr beşek ji budceya leşkerî bo têkoşîna bi Coronayê re serfkirine. Ji berpirsên SIPRI Diego Lopes da Silva dibêje: “Em bi asanî dikarin bêjin pandemiyê bandor li serfkirinên leşkerî yên 2020an nekiriye. Lê di sala duyem a pandemiyê de rewş çawa be em nizanin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst