Doza bûyerên Kobaniyê li Enqerê destpê kir

26-04-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Proseya doza bûyerên Kobaniyê destpê dike
Proseya doza bûyerên Kobaniyê destpê dike
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Enqere, doza bûyerên Kobaniyê  destpê kir û di vê dozê de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş  û Figen Yuksekdag jî li gel hejmareke girtiyên din têne darizandin.

Danişîna yekemîn a Doza Kobanê li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê saet 10:00 dest pê kir.

Biryar bû beeriya destpêkirina Doza Kobanê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin, lê rê li ber wan hat girtin. 

HDPê jî amadekariyên berfireh bo beşdariya aligirên xwe aliyên din di  vê daniştina vê dozê de kiriye. 1200 parêzeran navê xwe nivîsiye ku parastina HDPê bike û delegasyoneke Ewropî jî ji bo şopandina vê dozê li Enqerê ye.

Di vê dozê de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de  28 jê girtî  108 kes tên darizandin.

Derbarê dozê de Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Piştî 6 salan bi talîmata desthilatê ev doza hate vekirin û doza hatiye vekirin li dijî pîvanên hiquqê ye. Partiya me li hemberî kompleyekê ye û îdianameya vê dozê jî derew û îftîra ne. Ev doze tenê komployeke siyasî ye.”

Dosyaa bûyerên Kobaniyê weke doza sereke ji bûyerên 6 û 7ê Cotmeha sala 2014ê dema çalakiyên piştgiriya Kobanî pêk tê ku wê demê li 35 bajar û 96 navçeyan di encama çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Endamê Desteya Rêveber ya HDPê Velî Sacilik jî gto: “Serokê AKPê ReceTayyip Erdogan derket û bi dilekî kefxweş got `Kobanî ket hun dê bibînin ku Kobanî dê bikeve` li ser van gotinan xelk nerazîbûn û daketin kolanan. Kesên hatine kuştin ji aliyê endamên asayîşê û çend grubên nijadperest ve hatine kuştin û hemû jî aligirên partiya me ne.”

Di îdianemeya girtina HDPê de amajeyeke berfireh bi îdianameya doza  Kobaniyê jî tê kirin ku zêdetirî 3 hezar rupel e.  Serokê HDPê yê şaxa Enqerê jî di wê baweriyê de ku doza Kobaniyê li diijî yeketiya Kurdan hatiye vekirin.

Serokê Şaxa Enqerê ya HDPê Vezîr Coşkun Parlak jî wiha axivî: “Piştî 6 salan dozek hate vekirin, li Tirkiyê piştî 6 salan ku dozek bê vekirin hemû kes dizane ku ew karekî siyasî ye ne karekî hiquqî ye. Dixwazin di encama vê dozê de hevalên me ceza bikin. Hun dizanin Kobanî destanek e, û Kobanî ji bo yeketiya Kurdan jî gellek girîgn e dixwazin yeketiya Kurdan ceza bikin, weke tê zanîn bi coş û pêşwazî û keyfxweşî Pêşmerge jî çûbûn Kobanî. Kurdan bi hev re berxwedan û DAIŞ têk birin.”   

Di doza Kobaniyê de 1200 parêzeran navê xwe tomar kirine ku dixwazin HDPê biparêzin. Ji bilî rêkxistinên sivîl û komeleyên mafê mirovan şandek ji delegasyona Yeketiya  Ewropayê, komisyoneke 4 kesî ya CHPê û hejmareke zêde ya aligirên HDPê jî dozê dê bişopîne. Pêşbîni tê kirin  ku proseya rûniştinên doza Kobaniyê zêdetirî 2 mehan berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst