Li Tirkiyê piştî hilbijartinan karmend sendîkayên xwe diguherin

Enqere (Rûdaw) - Encamên hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê bandor li ser rewşa sendîkayên karker û fermanberan jî kiriye. Piştî hilbijartinan heta niha 4500 karker û fermanberên şaredariyan navên xwe ji sendîkayên nêzikî AK Partiyê reş kirine û li sendîkayên nêzîkî CHPê tomar kirine.

 

Piştî hilbijartinan li beşek ji şaredariyên ku ketine destê CHPê karmendên wan şaredariyan sendîkayên xwe diguherin. Mijar di rojeva Serokomarê Tirkiyê de ye û Erdogan ji karmend û fermanberên endamên sendîkaya nêzîkî hikumetê daxwaz kir ku ew sendîkayên xwe neguherin.

 

Recep Tayyip Erdogan têkildarî vê yekê wiha got: “Piştî hilbijartinan nabe ku ji ber kêmasîyan, ji ber xemsariyên kesên ku nikarin tekoşînê bikin û ji ber kirinên hinek kesan û aliyan acizî ji bo Memur- Senê werin dirustkirin.”

 

Li gorî amareke fermî heta niha li şaredariyên ku ketine destê CHPê 4500 karmend û fermanberan navên xwe li sendîkaya bi navê Memur-Sen ku nêzikî desthilatê ye,  reş kirin û li sendîkaya bi navê Tumbel- Sen ku nêzikî oposizyonê ye, tomar kirine.

 

Serokê Tumbel- Sen'ê, Erdal Bozkurt di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Di nava 10-15 rojan de nêzikî 4500 kesan navê xwe li cem me tomar kirin. piraniya wan kesan berê endamên me bûn, lê di van salên dawî de ji ber zilm û zordestiyê neçar mabûn çûbûn sendîkaya din niha careke din vedigerin.”

 

Mijara sendîkayan bi salane di rojeeve tirkiyê de cihê xwe digire li ser şêwaza endambûna karmend û fermanberan heta niha gellek pêşniyazên cuda ji aliyên sendîkayan ve hate kirin.

 

Serokê Genel- Îş'e, Remzî Çalikan jî diyar kir: “Em weke genel  îş dibêjn bila karker bi îradeye xwe ya azad sendîkaya xwe bihelbijêre. Kîjan sendîkayê dixwaze bila bibe endam. Me berê jî digot em niha jî dibêjin, bila referandum bê kirin , karker bila bi dengên xwe biryara xwe bidin.”

 

Li Tirkiyê u Bakurê Kurdistanê nêzîkî milyonek û 700 hezar karmend , fermanber û karkerên demkî endamên sendîkaya ne. Ji wan milyonek û deh hezar endamên Memur-Senê, 394 hezar endamên Kamu-Senê, 146 hezar endamên KESKê û 65 hezar jî endamên sendîkayên din in.