Sînan Ogan bû berbijêrê çaremîn ê serokomariyê

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Sînan Ogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce, berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan jî karî 100 hezar îmze berhev bike û bi wî awayî bû berbijêrê hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê ku biryar e 14ê Gulanê birêve biçe.

Hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên xula 28emîn ên parlementoya Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê bên kirin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan 100 hezar îmze berhev kirin û mafê berbijêrbûna bo posta serokomariya Tirkiyê bi dest xist.

Sînan Ogan piştî ku berbijêrbûna wî misoger bû got: “Tevî hemû zehmetiyan jî ez hêvî dikim ku em bigihin armanca 120 hezar îmzeyan. Di vê pergela neheq de, nebêjin em gihîştine 100 hezar îmzeyan û êdî ne hewce ye em îmze bikin, çimkî ji bo vê serketinê ji destê me bistînin dê her tiştî bikin. Dê gelek hincetan nîşan bidin, lewma em dê berdewam bikin heta ku em bigihin 120 hezar îmzeyan.”

Ji 11 navên ku ji bo berbijêriya serokomariyê dest bi kampanya komkirina 100 hezar îmzekirin kirî, yê yekêm gihîştî wê hejmarê Serok Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce bû.

Li gorî takvîma hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) pêvajoya komkorîna îmzeyan 22ê Adarê destpê kir û dê heta 27ê Adarê saet 20.00an berdewam bike.

Lîsteya dawî ya berbijêran ku dê di 28ê Adarê de ji aliyê YSKê ve bên diyarkirin dê 31ê Adarê jî di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Îmzeyên ku ji aliyê berbijêrên serokkomariyê ve hatine komkirin wiha ne:

Muharrem Înce: 106 hezar û 186

Sinan Ogan: 100 hezar

Dogu Perinçek: 21 hezar û 737

Yakup Turkal:2 hezar û 548

Erkan Trukten: Hezar û 700

Tevfik Ahmet Ozal: Hezar û 90

Îrfan Uzun: 772

Halil Murat Unver: 388

Hilmi Ozden: 357

Davut Turan: 106

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst