Derbarê doza kuştina Hrant Dînk de biryar hat dayîn

26-03-2021
RÛDAW
Nîşan Hrant Dink Ercan Gun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza bûyera kuştina Hrant Dînk de biryar hat dayîn. 6 jê girtî 76 kes têkildarî wê dozê dihatin darizandin û kesê bi navê Ercan Gun bi tometa “endamtiya rêxistina terorî” bi salan hat cezakirin.

14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê dosyeya bûyera kuştina Rêveberê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de biryara xwe îro eşkere kir.

Di çarçova wê keysê de 4 jê girtî, 76 kes dihatin dadgehîkirin û dosyeya têkildarî Fethullah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, Ekrem Dumanli, Adem Yavuz Arslan û 13 kesên din hat cudakirin.

Rêveberê wê demê yê Emniyeta Trabzonê Reşat Altay ji tometên “kuştina ji ber îhmalê” û “jinavbirina belgeya fermî” bê tawan hat dîtin û dosyeya “bikaranîna erkê xwe bi xerabî” jî ji ber derbasbûna dem hat betalkirin.

Yavuz Karakaya ku wê demê di Rêveberiya Îstîxbareta Cendirme ya Stenbolê de bû, bi tometên “binpêkirina destûrê” û “kuştina bi qestî” bi 12 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Polîsê berê Muhîttîn Zenît jî ji 3 tometan wek “bêtawan” hat binavkirin û dosyeya ku bi tometa “bikaranîna erkê xwe bi xerabî” ji ber derbasbûna dem hat betalkirin.

Rojnamevanê navdar ê Ermenî Hrant Dînk roja 19ê Çileya 2007an li ber avahiya rojnameya Agosê ya li Şîşliya Stenbolê hatibû terorkirin.

Kuştina wî rojnamevanê navdar li navxwe û derveyî Tirkiyê gelek karvedan li pey xwe anî bûn û rastî nerazîbûneke mezin hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst