HDP: Divê hikûmet şert û mercên bo mayîna li malê dabîn bike

26-03-2020
RÛDAW
Nîşan HDP Covid-19 Tirkiye Hikûmet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDP diyar dike ku divê hikûmet şert û mercên mayîna xelkê li malên xwe dabîn bike û dibêje, “pêşkêşnekirina van şert û mercan bêdadiyeke mezin e.”

Saruhan Oluç, Wekîlê Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parlamentoya Tirkiyê, konferanseke rojnamevaniyê saz kir.

Wekîlê Serokê Fraksiyona HDPê, got ku “hikûmeta Tirkiyê derbarê amarên COVID-19 de ne şefaf e” û rexne li siyaseta hikûmetê girt û diyar kir ku heta niha jî xelk nizane bê ka li kîjan bajaran test hatine kirin.

Saruhan Oluç diyar kir ku divê hemû amarên derbarê şewba COVID-19 de bi şefafî bên belavkirin ku civak metirsiyê cidî bigire û amaje bi wê jî kir ku hikûmet amarên nakok derbarê wê vîrusê de belav dike.

Derbarê banegwaziya hikûmeta Tirkiyê li hemwelatiyan bo ku li malên xwe bimînin, Wekîlê Fraksiyona HDPê got, tevî ku ew piştevaniya wê bangewaziyê dikin lê ew bi tenê têrî nake û divê hikûmet şert û mercên mayîna xelkê li malan dabîn bike û divê hemû çavkanî û şiyanên welat di heyama vê şewbê de pêşkêşî xelkê bên kirin.

Oluç di berdewamiya axaftina xwe de got ku, “Li her dera cîhanê hikûmet ji bo ku nedadweriyek rû nede gav diavêjin” û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê jî kir ku derfet û misogeriyên aborî bo hemwelatiyan dabîn bike.

Wekîlê Serokê Fraksiyona HDPê, rexne li helwest û nêzîkahiya li hember kesên temen mezin jî kir li nav civakê û got ku pêwîst e kal û pîr bi awayekî hesas bên parastin û hevkarî li gel bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst