Krîza aborî dê çi bandorê li encamên hilbijartinên şaredariyan bike?

Stenbol (Rûdaw) - Lîreyê Tirkî li berabmerî dolar careke din destpêkir ku dakeve. Di wê demê de ku hefteyek maye ji hilbijartinan re, qeyrana aborî bi vê pêla berzbûna dolar careke din dibe bandora herî mezin li ser helwesta dengdêran.

 

Li gorî rapirsiyan, pîvana xelkê bo dengdanê ya herî mezin rewşa aborî ye. Bi taybetî partiya desthilat bi berzbûna dolar berdewam dike ku dengên xwe jidest bide.


Piştî çend mehan ku dolar li asteke stabîl dima, bi daxuyaniyên Trump û Erdogan û çend sedemên din herereta dolar careke din zêde bû. Beriya hilbijartinan bi hefteyekê nirxê dolar li hemberî Lîreyê Tirkî gihîşt keviya 6 lîreyan. Her çend ku banka navendî û hikumetê çend rêgirî kirin û piçekî dolar bi paş ve hat jî, berzbûna dolar weke tefandina şewatê ye bi benzînê.


Derbarê vê yekê de Aborînas Necîp Dîrîer ji Rûdawê re wiha got: “Dolar ji ber ku rezerwên banka navendî kêm dibin nirxê xwe zêde dibe. Lê li Tirkiye zêde hilberîn jî tine û dê piştî hilbijartinan jî bihatir bibe. Bi texmîna me. Aboriya Tirkiye niha ne baş e. Ku piştî hilbijaritnan tu tedbîran nestînin rewş ne rinde lê ku tedbîran bistînin jî em nizanin ji ber ku ne diyar e.”


Qeyrana aborî dike ku weke pileya yekê bêkarî zêde bibe. Li gorî amarên dawîn di dawiya 2018an de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 11. Daneyên sê mehên vê salê hîna nînin. Lê li gor sendîkayan Rêjeya bêkariyê ji sedî 18 e. Ew yek dike ku welatî dema çûn ser sindoqan vê rastiyê bidin pêşiya xwe. Li gor pisporan dê berdêla vê yekê di sindoqan de rengê xwe diyar bike.


Şirovekarê siyasî û akademisyên Ufuk Uras jî got: “Bi tena serê xwe ew berzbûn helbet dê nikaribe bandorek mezin bike lê pêla ku demek dirêj e berdewam dike û rewşa aborî bo welatiyan pîvanek e. Spekulasyonên navdewletî û gelek xalên din dikin ku aboriya Tirkiye di rewşek ne baş de be lê helbet ew nayê wê wateyê ku polîtîkayên îktîsadî ên tirkiye durist û masûm in.”


Desthilat û hikumet berzbûna dolar weke êrîşeke organîze ya hêzên mezin li hemberî Tirkiye bi nav dikin. Lê opozisyon û aborînas balê dikêşin ser polîtîkayên aborî, nebûna hilberînê, îsraf, lawazbûna cotkarî û sewalgeriyê, xerciyên mezin ên leşkerî û siyasî. Li beramberî vê serokomarê Tirkiye hilbijartinên 31ê adarê weke ‘man û nemana’ welêt bi nav dike. Her çi be jî tabloya ku êvara 31ê adarê derkeve dê bê guman rengê dolar û qeyranê jî li xwe bigire.”