Xoce: Esed û DAIŞê tifaq kirine

26-03-2015
RÛDAW
Xalid Xoce
Xalid Xoce
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce eşkere kir ku axa Sûriyê ji sedî 15 di destê DAIŞê de ye û ragihand, rêjîma Sûriyê û DAIŞ hevalbend in û cihên ku rêjîm bombebaran dike piştî demekê dikevin destê DAIŞê.

Li Enqerê konferansek taybet li ser Sûriyê bi rêve çu. Di vê konferansê de Bedevkê Serokomarê Tirkiyê îbrahîm Kalin û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce jî beşdar bûn.

Xoce eşkere kir ku roj bi roj hêza Îran li Sûriyê zêde dibe û wiha got: “Dema em lê dinêrin axa Sûriyê, ji sedî 28 di destê rêjîmê de ye ji sedî 15 di destê DAIŞê de ye, ji sedî 17 di destê PYDê de  û ji sedî 17 jî di destê Artêşa Azad de ye lê Îran jî li Sûriyê hêza xwe zêdetir dike. Em weke oposîzyona Sûriyê dizanin ku DAIŞ û Esed hevalbend in. di navbera wan de tifaq heye, cihên ku balafirên Sûrîyê bombebaran dikin piştî demekê dikevin destê DAIŞê.”

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê jî rexne li hêzên navnetewî kir û got, hêzên navnetewî li dijî rêjîma Esad semîmî nînin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst