Xalên “paketa ewlekariyê” yên mayîn tên gotûbêj kirin

 

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Mustafa Elitaş ragihand ku, dê îro xalên ku ji “pakêta ewlekariya navxweyî” mabûn û nehatibûn pesendkirin li parlamentoyê gotûbêj li ser wan were kirin.

 

Elitaş di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku dê îro xalên ku heta niha radestî rêveberiya Parlamentoya Tirkiyeyê nekirine, radest bikin.

 

Heta niha ji 132 xalên qanûna ewlekariya navxweyî tenê 67 xal bi piraniya dengan hatine pejirandin.

 

Li aliyekî din parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji hikûmetê û AK Partiyê xwestibûn ku wan xalên ku bi piraniya dengan hatine pejirandin bikşînin lê heta niha AK Partiyê bersivan neda ye.

 

Weke tê zanîn piştî ku ew 67 xal ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatin pesendkirin, dê biçin ber destê Serokomarê Tirkiyeyê, eger wî jî pesend kir, dê di nava demeke kurt de têkevin piratîkê.

 

Ev qanûna ewlekariyê ji aliyê partiya HDPê û dijbereya Tirkiyeyê ve nayê qebûl kirin û rayedarên KCKê jî ragihandibûn ku eger ev qanûn bi vî şêweyê xwe bê pesend kirin, wê demê ew tê wateya ku pêvajoya aştî û çareseriyê bi dawî tê.