Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.
Ayşegul Doganê ragihand ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina 3yemîn a bi Ocalan re îro serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Doganê diyar kir ku ew li bendê ne ku demekî zû bersivan wan bê dayîn û Şandeya Îmraliyê di nav vê hefteyê de ji bo hevdîtina bi Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Berdevka DEM Partiyê da zanîn ku tê plankirin ku di vegerê de dê têkildarî mijarê daxuyaniyeke berfireh were dayîn û got:
“Di encama nirxandinên li wê derê de dê daxuyaniyeke berfireh bê dayin.”
"Peyama bidîmen dê ji gelek aliyan ve baştir be"
Ayşegul Doganê li ser şêweya belavkirina banga Ocalan jî wiha got:
“Ev mijar hîn jî diyar nebûye lê em hêvî dikin ku ev bang bi dîmen be. Peyama bidîmen dê ji gelek aliyan ve baştir be.
Jixwe me gelek caran got ku divê tecrîd were rakirin. Daxwaza civakê jî ev e. Bandora daxuyaniyeke bidîmen dê zêdetir be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse