Li kuçeyê keça xwe ya 19 salî da ber kêran

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê kesekî li kuçeyê bi kêrê keça giran birîndar kir.

Li gorî îdiayan kesê bi navê Turhan O. yê 54 salî li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê bi hinceta ku madeyên hişbir bi kar tîne bi keça xwe ya 19 salî Dîlan O.yê re li kuçeyê nîqaş kir.

Li ser zêdebûna nîqaşê Turhan O. keça xwe da ber kêran û paşê ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Dîlan O.ya ku bi giranî birîndar bûbû rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregîrê.

Hate zanîn, Dîlan O. li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin û rewşa tenduristiya wê giran e.

Li aliyê din bavê Dîlanê Turhan O. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.