Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi dersên Kurdî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 2yê Adarê bi navê “Atolyeyên Serdema Biharê” dest bi dersên zimanê Kurdî dike.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, dê di atolyeya biharê de dersên zimanê Kurdî yên bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî/Zazakî bên dayîn.

Di atolyeyê de dersên Kurmancî dê ji asta destpêkê heta asta çarem bên dayîn.

Sê astên destpêkê rûbirû û online, asta çarem jî dê bi tenê rûbirû bê dayîn.

Tenê asta destpêkê ya Soranî dê bê dayîn ku ew jî online ye.

Herwiha asta destpêkê û asta duduyan a Kirmanckî jî dê rûbirû û online bên dayîn.

Hemû ders 2yê Adara 2024an dest pê dikin û dê heta 12 hefteyan wate 3 mehan berdewam bikin.