Partiya Paşerojê polîtîkayeke çawa dide ber xwe? ‘Ziman rûmeta me ye!’

26-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Partiya Paşerojê Partiya Saadetê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên heremî de beşek ji partiyên siyasî bi tifaq û hevpeymaniyan dikevin hilbijartinan.

Partiya Paşerojê û Partiya Saadetê heta niha li 250 navendan namzedên xwe yên hevbeş destnîşan kirin.

Partiya Paşerojê li Mêrdînê jî piştgiriya namzedê AK Partiyê dike lê li gorî gotina berpirsekî wê partiyê, helwesta wan a li Mêrdînê ne piştgiriya AK Partiyê ye, ew tenê piştgiriya namzed dikin.

Bernameyên partiyên siyasî yên danasîna namzedan berdewam dikin.

Herî dawî Partiya Paşerojê jî li Enqereyê bi bernameyekê namzedên xwe dan nasandin.

Partiya Paşerojê li gelek navend û bajarên Kurdan bi hevpeymaniya Partiya Saadetê dikeve hilbijartinan.

Namzedên Kurd ên Paşerojê jî dibêjin ew dê di hemû bangeşeyên xwe de cihekî berfireh bidin Kurdiyê.

“Ez axaftinên xwe bi Kurdî û Tirkî dikim”

Serokê Şaxa Wanê ya Paşerojê Abdulhekîm Karabiyik got:

“Li ser televizyonan û li ser torên civakî û dema em diçin nav gel, dema em diçin ser otobusê û li her derê ez axaftinên xwe bi Kurdî û Tirkî dikim.

Di mijara zimên de ez hem xwe wekî zana û hem jî ez xwe wekî berpirsyar dizanim.

Pêwîst e em li zimanê xwe xwedî derkevin, zimanê me rûmeta me ye.”

Partiya Paşerojê li gelek cihan namzedên hevbeş bi Partiya Saadetê re derxistine.

Li hinek navendan jî piştgiriya partiyên din dike, Paşeroj li Enqereyê piştrigiya CHPyê li Mêrdînê jî piştgiriya AK Partiyê dike.

Berpirsekî wê partiyê jî dibêje helweste wan a li Mêrdinê ne li dijî DEM Partiyê ye.

Alîkarê Serokê Paşerojê Ayhan Sefer Ustun anî ziman:

“Di hilbijartinên heremî de gelek faktor hene ku bandorê li helwesta partiyên siyasî dike lê faktora sereke namzed in.

Li vê navendê jî (Mêrdîn) helwesta me ji ber namzed bûye, wekî partî ne lê alîgirên me piştgiriya namzed dikin.”

Partiya Paşerojê piraniya wan navçe li 250 navendan namzed destnîşan kirine û nêzîkî 250 navendan jî piştigriya namzedên Partiya Saadetê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst