Li Tekirdagê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Tekirdagê ya Tirkiyeyê di qezayeke trafîkê de 15 kes birîndar bûn.

Qezayê derengiya şeva borî li navçeya Çerkezkoyê ya Tekirdagê rû da.

Derengiya şeva borî li taxa Îstasyonê ya navçeya Çerkezkoya Tekirdagê otomobîla bi şofêrtiya Y.Î. û mînîbusa bi şofêrtiya A.Z. li hev qelibîn.

Di bûyerê de 15 kesên di otomobîl û mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên navçeyê.