Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku ji parêzgehên li herêma erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê 166 hezar û 238 xwendekar bo dibistanên li parêzgehên din hatine veguhestin.
Piştî erdheja Mereşê li dibistanên 11 parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiribû perwerde hatibû rawestandin û ev biryar heta niha jî berdewam e.
Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa dibistanên li herêma erdhejê de peyamek belav kiriye û dibêje xwendekar li ser daxwaza wan bo parêzgehên wek Enqere, Stenbol, Antalya û çend parêzgehên din tên veguhestin.
Li gor zanyariyên Ozer belav kirine hejmara xwendekarên bo parêzgehan tên veguhestin wiha ye:
Enqere: 22,364
Antalya: 16.013
Stenbol: 12.044
Mersin: 15.611
Konya: 9.552
Izmir: 6.659
Kayseri: 5.421
Mugla: 5.066
Bursa: 4.765
Aydin: 4.125
Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê li herêma erdhejê 24 dibistan bi temamî herifîne û zerareke zêde jî gehiştiye 83 dibistanan û ne guncaw in perwerde li nav wan berdewam be. Herwiha Wezîrê Perwerdê ragihandibû ku dê li dibistanên parêzgehên herêma erdhejê 1ê Adara 2023an perwerde destpê bike lê amaje bi wê yekê dabû ku dikarin li gor rewşê heta 13ê Adarê jî vê biryarê dirêj bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse