Bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser kerta geştiyariya Tirkiyê

26-02-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Bandora Şerê Rûsya û Ukraynayê li ser kerta geştiyariya Tirkiyê
Bandora Şerê Rûsya û Ukraynayê li ser kerta geştiyariya Tirkiyê
Nîşan Tirkiye Kerta Turîzmê Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye salane pêşwaziya derdora 10 milyon geştiyaran ji Rusya û Ukraynayê dike. li gorî amarên ji aliyê yeketiya kompanyayên geştiyarî ve hatine belav kirin dahata tirkiyê ya tirkiyê geştiyarên Rusî û Ukraynî digehe derdora 11 milyar dolaran. Lê şerê di navbera Rusya û Ukraynayê bandoreke xiran li sektora geştiyarî ya Tirkiyê dike.

Li gorî raporeke CHP metirsî heye ku seroktora geştiyarî ya Tirkiyê heta 5 milyar dolaran zerermend be.

Berdevke CHPê Faîk Oztrak got “Sala 2021ê herî zêde ji rusyayê geştiyaran seredana welatê me kiriye. Ji vî welatî Zêdetirî 4 milyon û 500 hezar geştiyar hatine. Ukrayna jî di mijara geştiyariyê de ji bo di rêza sêyê de ji ukraynayê jî zêdetirî 2 milyon geştiyaran seredana welatê me kirine. wate ji 100 geştiyaran 27 yên her du welata ne. Dema ku firokeya Rusî hatiye êxistin geştiyarî ji sedî 75 daket. Niha jî metirsî heye ku 5 milyar dolar zirar bigehe geştiyariya Tirkiyê.”

Xwediyê  Kompanyaya Geştiyariyê Şekîp Kirk dibêje Em hêvî dikin ku şer zû xilas bibe. rewşa heyî bi taybetî dê bandorê li bajarên weke Antalyayê bike, ji ber ku Rus û Ukraynî seredana Antalyayê dikin.  Bandoreke xirab bi giştî li sektorê çêbuye. Wer wiha wezrên zivistanê Ukraynî dihatin Stenbolê dê bandoreke xirab  li Setnbolê jî bike.

Li gorî amarên saziya daneyan  sala 2021ê nêzîkî 25 milyon geştiyaran seredana Tirkiyê kiriye ku  ji sedî 27 ya wan geştiyaran ji hemwelatiyên Rusya û Ukraynayê pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst