Li Stenbolê 11 endam û alîgirên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sstenbolê 11 endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta endamtiya PKK hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlkarî yên Bajarê Stenbolê serê sibeha îro li ser fermana serdozgerê giştî yê Stenbolê dest bi opersyonên xwe bo girtina endam û alîgirên HDPê li 14 navnîşanan kirin.

Di çarçpveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê li wî bajarê Tirkiyê 11 endam û alîgirên HDP bi tometa endamtî û alîkariya PKK hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Polîsê Stenbolê hatin şandin û dest bi ser hejmareke kelûpelan jî hat girtin.