ORSAM: Mana beşek hêzên Amerîkî dê ji bo aramiyê baştir be

26-02-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Lêkolerek Tirkiyê mana 200 leşkerên Aamerîkî li Sûriyê asayî dibîne
Lêkolerek Tirkiyê mana 200 leşkerên Aamerîkî li Sûriyê asayî dibîne
Nîşan Tirkiye Amerîka Sûriye Rojavayê Kurdistanê ORSAM Oytun Orhan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Plana dirustkirina “navçeya aram” li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji ber nakokiyên di navbera Tirkiye, Amerîka û Rusyayê de heta niha jî biserneketiye, herî dawî Amerîkayê ragihand ku dê nêzîkî 400 serbazên xwe li Sûriyê bihêle û “navçeya aram” jî dê bi destê hêzêke nawdewletî were kontrolkirin. Tê gotin ku sedema mana hêzên Amrîkî ji ber metirsiya Îranê ye.


Nakokiya di navbera Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê de li ser dirustkrina navçeyeke aram li rojhilatê çemê Firatê zêdetir dibin. Piştî ku Amerikayê ragihand dê 400 serbazên xwe li Sûriyê bihêle dilgiraniyên hikumeta Tirkiyê jî zêdetir bûne, lê aliyê nêzîkî hikumetê jî dibêjin mana beşek serbazên Amrîkî li Sûriye dibe ku di berjwendiya herême de be.


Derbarê vê mijarê de ji Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan  ji Rûdawê re wiha got “Serbazên Amerîkî dê bi şêwekî belav hem li Tenaf û hem jî li heremên din bimînin. Xuyaye ku Amerîka van hêzên xwe ji ber metirsiya Îranê dihêle û 200 serbazên Amerîkî nikarin li pêşiya planên Tirkiyê bisekinin. Heta ez bawer im ku bi aliyekî mane beşek hêzên Amerîkî dê ji bo aramiyê baştir be.”


Ji destpêka gotûbêjan di derbarê navçeya aram de heta niha Tirkiye bi şik û gûman li helwesta Amerikayê temaşa dike. Li gorî beşek şirovekaran helwestên Amerikaye dikare bibe sedem ku DAIŞ careke din li Sûriyê zindî bibe.


Ji Kafkasamê Omer Gok jî got: “Amerîka DAIŞê ji bo mana xwe ya li Sûriyê weke egera sereke dibîne. Dezgehên îstixbarata Amrîkayê rewşa DAIŞê baş dizane û DAIŞ li gorî berjewendiya Amerîkayê tê dizaynkirin. Amerîka dizane ku hêj li Sûriyê DAIŞ heye car diçe başurê Sûriyê, car diçe bakurê Sûriyê.”


Beşek rojnameyên Amerîkî  di  mijarê de îda dikin ku piştî nerazîbûna Fransa û Brîtanayê Danold Trump ji biryara vekêşana temamiya hêzên Amerîkayê poşman bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst