Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Brîtanyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron û Wezîrê Karên Derve yê Tiriyeyê Hakan Fîdan civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Stenbolê David Cameron pêşwazî kir.

Di rojeva her du wezîran de pêwendiyên Tirkiye û Brîtanyayê, rewşa Rojhilata Navîn, şerê Xezeyê, şerê Ukraynayê û aloziyên li Deryaya Sor hebûn.

Cameron di çarçoveya serdana xwe de ji bo li Xezeyê agirbesteke berdewam bê ragihandin dê biçe Îsraîl, Filistîn û Qeterê jî.

Fîdan û Cameron 12ê Kanûna Paşîna 2024an jî bi telefonê axivîbûn.