Dêrsim Dag: AKP dixwaze rê li dengdana ciwanan bigre

26-01-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Dêrsim Dag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û Berdevka Encûmena Ciwanan a HDPê Dêrsim Dag ragihand ku ji bo hilbijartinan wek tevgera ciwanan ew dê seferberiyê bidin destpêkirin û ji bo ciwan bikaribin dengê xwe bikarbînin tişta pêwîst bikin.

Parlamenter û Berdevka Encûmena Ciwanan a HDPê Dêrsim Dag îro Pêncşemê 26ê Çileyê 2023an li Enqerê derbarê civîna Encûmena Ciwanan a partiya xwe de daxuyaniyek da.

Dag amaje bi wê yekê da ku AKP ji bo xwendekar nikaribin dengê xwe bikar bînin biryara hilbijartina pêşwext daye, lê ew dê vê biryarê pûç bikin.

Parlamenter û Encûmena Ciwanan ya HDPê Dêrsim Dag wiha got: “Di hilbijartinê de roleke girîng a ciwanan heye. Di vê hilbijartinê de hêza guhertinê jin û ciwan in. Hilbijartinên 18ê Hezîranê dê 14ê Gulanê bên kirin. Ji ber vê biryarê 200 hezar ciwan nikarin dengê xwe bikar bînin. Em dizanin AKPê ji bo ciwan nikaribin deng bidin ev biryar daye. Biryara 14ê Gulanê ji bo ciwan nikaribin îradeya xwe diyar bikin hatiye dayîn. Îsal nêzîka 6 milyon ciwan dê cara yekemîn deng bikar bînin û di hemû rapirsiyan de tê dîtin ku dengên ciwanan ên HDPê ji yên partiyên din zêdetir in. Ciwan alîgirên HDPê û azadiyê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst