Dadgeha Destûrê daxwaza HDPê red kir

26-01-2023
RÛDAW
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê û logoya HDPê
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê û logoya HDPê
Nîşan HDP Tirkiye Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwaza HDP'ê ya paşxistina doza girtina wê partiyê heta piştî hilbijartinan red kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê herwiha têkildarî blokekirina alîkariyên darayî yên bo HDP'ê, 15 rojên din derfet da HDPê daku parastina xwe bike.

HDPê heftiya bihorî serî li Dadgeha Destûrê dabû û daxwaz kiribû, hemû çalakiyên doza girtina wê ji bo piştî hilbijartinên parlamento û seroaktiyê bên paşxistin.

HDPê herwiha têkildarî blokekirina alîkariyên darayî yên bo xwe jî daxwaz kiribû ku li dijî wê biryarê dadgeha destprî derfeteke zêdetir bide, ku ji 2 mehan kêmtir nebe.

Hevserokê Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar roja 16ê Çileya 2023ê ragihandibû, ji bo doza girtina partiya wan bo piştî hilbijartinên Serokomariyê û Parlementoyê yên Tirkiyê bê hiştin, wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daye.

Piştî daxuyaniya Sancar, berpirsên HDPê dosyeyek ji Dadgeha Destûrê re şandibûn ku têde behsa daxwazên HDPê hatibû kirin.

Herî dawî 5ê Çileya 2023ê Dadgeha Destûrê, biryar dabû hesabên HDPê yên bankayê yên alîkariyê xezîneyê bên blokekirin. HDPê jî li dijî biryara îtiraz kiribû. Dadgeha Destûrê, dê derbarê îtiraza HDPê de jî biryarê bide û yan blokeyên li ser hesabê HDPê rake yan jî dê biryara xwe ya pêştir dubare bike.

Îsal biryar bû ji xezîneya giştî, hikûmet bi qasî 539 milyon Lîreyên Tirk alîkariyên darayî bide HDPê. Diviyabû heta 10ê Çile ji wê rêjeyê 179 milyon Lîre biçûba ser hesaba HDPê, lê belê ew yek nehat kirin û alîkariya darayî ya HDPê hat qutkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst