Ji 2 generalên Tirkiyê re efû derket

Hewlêr (Rûdaw) -  Cezayê Orgeneral Îlhan Kiliç û Orgeneral Kenan Denîz  ên ku di doza 28ê Sibatê de cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn, ji ber rapora Saziya Tiba Edlî ya Tirkiyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat rakirin.

Saziya Tiba Edlî ya Tirkiyê derbarê Orgeneral Îlhan Kiliç ê 87 salî  û Orgeneral Kenan Denîz ê 75 salî de rapora “rewşa pîrbûnê” derxist.

Li gorî biryara Serokomariyê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, cezayên mayî yên Îlhan Kiliç û Kenan Denîz ên ku di sala 2018an de cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn, ji ber rapora Saziya Tipa Edlî ya hat hilweşandin.

Erdogan biryarên navborî li gor madeya 16emîn a benda 104emîn a destûrê bingehîn da.