Akşener: Ji bo xwendekar neçin ser sindoqan 14ê Gulanê wek roja hilbijartinan hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê 14ê Gulanê wek dema herî guncaw bo hilbijartinên bên yên wî welatî ragihandiye. Lê di wê dîrokê de zanîngeh vekirî ne û piraniya 6 milyon dengdêrên nû ku bo cara yekem deng didin xwendekar in. Seroka ÎYÎ Partiyê di wê baweriyê de ye 14ê Gulanê bi zanebûn hatiye hilbijartin daku ciwan û xwendekar roja dengdanê neçin ser sindoqan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi awayek fermî 14ê Gulana îsal weke dîroka hilbijartinên bê yên Tirkiyê eşkere kir û ev jî bû sedema nerazîbûna partiyên opozisyona wî welatî.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener dibêje: “Ji dengdana ciwanan ditirsin. Ji ber dizanin ciwan dê wan bixin nav sindoqan. Di serdemeke ku dibistan vekirî bin û ezmûn hebin de pêkanîna hilbijartinê tê wê wateyê ku hûn bibêjin ciwanan dengê xwe nedin.”

Li gor pêşbînîyan niştecihbûna derdora 1.5 milyon dengdêrên xwendekar ne li wan bajaran e ku lê dixwînin.

Ji bo dengdanê divê 3 mehan berî hilbijartinê niştecihbûna xwe bînîn ser wan bajarên ku lê dijîn.

CHPê jî ji bo ku beşdariya xwendekaran di hilbijartinan de zêde be ji niha ve dest bi xebatan kiriye.

Serokê Giştî yê Encûmena Ciwanan yê CHPê Gençosman Killik dibêje: “Gelek xwendekarên zanîngehê li mal an jî li beşên navxwe dimînin. Daxwaza me ya sereke ji hevalên me yên ciwan ku roja hilbijartinan li bajarê lê dixwînin bin ew e ku navnîşanên xwe guncaw bikin.  Em dê ji bo hevalên me yên ciwan ku bikarin navnîşana xwe ya niştecihbûnê biguherin maseyan amade bikin. Em dê li pêşiya hemû zanîngehên li Tirkiyê yek bi yek vê proseyê bo ciwanan bibêjn ku çawa dikarin navnîşana xwe biguherin. Di heman demê de em dê bi rêya medya civakî hevdem bi vîdeoyan kampanyayan bidin meşandin.”

Li gor amaran li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên îsal de mafê dengdanê yê derdora 62 milyon û 411 hezar û 753 kesan heye. 5 milyon û 940 hezar û 916 dengdêr ji wan ji nifşê nû ne ku ji sala 2000ê û şûnde ji dayik bûne. Rêjeya dengên wan jî derdora ji sedî 12 e. Rêjeyeke ku hem desthilat hem jî opozîsyon ji bo serkeftinê naxwazin paşguh bixin.