Li Enqerê Tirk jî beşdarî kursa Kurdî dibin

26-01-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Enqere Zimanê Kurdî Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Bandora Kampanyaya hilbijartina waneyên kurdî encamên xwe didin. Li Enqerê hejmara kursên Kurdî zêdetir dibin û ne tenê kurd êdî Tirk jî berê xwe didin kursên kurdî û dixwazin fêrî Kurdî bibin. Li navçeya Mamakê ji aliyê navenda HDPê ya wê navçeyê ve kurseke nû ya Kurdî hat vekirin.

Welatiyekî ku di şevên sar û dirêj yên Enqerê de xewa wî nayê û merama xwe bi stranên Kurdî derdike, bi eslê xwe Tirkekî ji bajarê Yozgatê ye ku ew bajar bi nasnameya xwe ya neteweperst tê naskirin. Ercan demeke ku bala xwe daye hînbûna Kurdiyê û berê xwe daye kurseke Kurdî ya li navçeya Mamak a Enqerê

Xwendekarê kursa Kurdî Ercan Ozben got “Ez difikirim ku pêwîste Kurdî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî ji bo neteweyên din jî bibe zimanekî hevbeş, min kêmasî di xwe de dît û min zanî ku li navçeya me kurseke Kurdî hatiye vekirin. Ez hatime vê kursê ku ez deynê xwe bidim gelê Kurd.”

Li vê kursê ji bilî Ercan Tirkên din û Kurdên ku qet Tirkî nizanin jî hene. kampanyaya helbijartina dersên Kurdî bandor li wan jî kiriye û ew niha bi baldarî guh didin mamostayê mamoste Murat.

Mamosteyê zimanê Kurdî Murat Kayataş dibêje “Di demên pêş de em dê xebata xwe di asteke akademîk û zanistî de berdewam bikin. Armanca me ne tenê ew ku ku hin kesan tenê fêrî alfebeya Kurdî û çend peyvan bikin, em dibêjin bila ev zimane bibe zimanekî jiyanî û giyanî.”

Li Kursê ji 12 salî heta 60 salî ji hemû temenan xwendekar hene, Kemal jî ku Tirkekî ji bajarê Meletê ye, bi gotina wî wî piştî vî temenê xwe ji bo erkekî pîroz pênûs û defterên xwe girtiye dest û berê xwe daye kursê.

Xwendekarê kursa Kurdî Kemal Battaloglu diyar kir “Ez dixwazim peywendiyên xwe bi hevalên xwe yên Kurd re zêdetir bikim. Min daxwazeke gellek zêde ji bo hînbûna kurdî hebû, ez dixwazim bi başî fêrî kurdî bibim.”

Kursên zimanê Kurdî li Enqerê bi taybetî piştî sala 2016ê kêm bibûn niha careke din Kurdên Enqerê hewla vekirina kursan didin û roj bi roj bala xelkî jî ji bo wan kursan zêdetir dibe. Di vê kursê de derdora 20 xwendekar hene û kurs li navenda HDPê ya li navçeya Mamakê hetiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst