Yekîtiya Mêşvanên Kurdistanê beşdarî Festîvala Hingiv a Stenbolê bûn

Stenbol (Rûdaw) - Festîvala Hingiv a ku her sal tê lidarxistin îsal dîsa bi beşdariye gelek mêşvan û pêwendîdarên qadê li Stenbolê destpêkir. Di çarçoveya festîvalê de ji Başûrê Kurdistanê, welatan balkanan û çend welatên ereban jî berhemdêrên hingiv li Stenbolê ne. Bazara hingiv ku her diçe germ dibe bi festîval û pêşangehên bi vî rengî jî tê geşkirin.

Festîvala herî şirîn û tahmxweş îsal careke din li Stenbolê bi govenda Yogûslawiyan destpêkir. Di çarçoveya festîvalê de hingivê cor bi cor û ji herêm û bajarên cihê li refikan hate rêzkirin. Festîvala ku 8emîm car birêve diçe mazûvaniya dehan kompaniyên mêşvaniyê û mêşvanên ji 13 welatan dike.

Mêşvan Alî Osman Çalik ji Rûdawê re da zanîn ku kalikê wî û bavê wî mêşvan bûn û wî jî ji wan girtiye û wiha pê de çû: “Em hingivê sav hildiberînin. Li bazarê sîstemeke bi rêkûpêk nîne. Borsayek me nîne. Lê em niha hewl didin rêbazeke nû dêynin nava bazarê. Gelek mêşvan çavbirçîtiyê dikin û şekir didin mêşan. Ew jî erzan e û bazara me xira dike.”

Mêşvan Bayram Bayder jî dibêje: “Îşê mêşan li Tirikye gelek baş e. Sala çûyî ne baş bû lê îsal gelek baş bûye elhemdulillah.”

Li pêşangehê ne tenê hingivê lê hemû pêdawîstî û amûrên pêwîst ji bo hilberîna hingiv û xwedîkirina mêşan jî têne nîşandan û firotin. Ji çend welatên balkanan, Erebistana Siudî, Rûsya, Misir û Iraqê jî behrehdêr û mêşvan amade ne. Yekîtiya Mêşvanên Kurdistanê jî îsal bi şandeke qerebelix li festîvalê ne.

Beşdarî Othman Majeed Ahmed jî got: “Em tora hingivanan ên Kurdistanê ne. Çend sal e em beşdarî festîvalê dibin.”

Li Tirkiye ku qada mêşvaniyê her bi pêş dikeve salane 110 hezar ton hingiv tê berhemanîn. Di çarçoveya festîval û dîdariyên wiha de jî aktêrên qadê hewl didin qebareya berhemanînê zêde û qelîteya hingiv jî baştir bikin. Li festîvalê bi vê boneyê hin panêl û civîninên agahdarkirinê jî têne lidarxistin. Tê payîn ku 15 hezar kes seredana wê festîvalê bikin ku ew dê 4 rojan berdewam bike.