Soylu: Tedbîrên hilbijartinên şaredariyan dest pê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê hilbijartinên 31ê Adarê yên ji  bo şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de got: Niha kontrol pergalên kamerayê tên kirin, jenerator tên kontrolkirin, kêmasiyên wek jenarator û ronîkirinê tên kirîn.”

 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di Civîna Ewlehiya Herêma Hilbijartinê de axivî û bal kişand ser kar û barên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê tên kirin û got: "Ji bo ti kesî divê destûr neyê dayîn ku ew bi hilbijartin, siyaset û demokrasiya Tirk de guman bînin û li gor kêfa hin kesan jî divê zirar negihêje hilbijartinê.”

 

Li ser mijara ku dê welatiyên Sûriyê jî dengê xwe bikar bîne Soylu nirxandineke kir û got: "Yekem derewa ku dê Sûriyeyî jî dengên xwe bikar bînin anî holê. Dema ku reqam û agahiyên rastîn hatin dayîn deng ji wan derneket. Vê carê jî xwestin mijara navnîşan guherandinê û hilbijêrên mirî biavêjin meydanê. Ji bo vê jî him wezaretê û him jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bi belge û agahî bersiv dan.”

 

Derbarê xebatên ewlehiya hilbijartinan de Soylu got bila raya giştî di vê mijarê de rihet be û wiha pê de çû: “"Li Tirkiyeyê hilbijartin di merheleya dijîtal de nayê kirin. Welatî diçe mohra xwe lê dixe û raya xwe dide. Di serê pergala me ya hilbijartinê de mirov heye û di dawiyê de jî mirov heye. Ji ber vê jî ew îdiayên ku di dema veqetandina dengan de hin kes dikarin bi bernameya nivîsbariyê ya kompîturê bi çend tikandinan va li ser encamê tesîr bikin, ji binî va derew in û ti rastiya vê tuneye. Em dibînin ku hevalên me ji bo hilbijartinê hewl didin û dest bi hildana tedbîran dikin. Niha kontrol pergalên kamerayê tên kirin, jenerator tên kontrolkirin, kêmasiyên wek jenarator û ronîkirinê tên kirîn”