Dîroknasê tirk: Kenan Evren çi be Erdogan jî ew e!

26-01-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Destûra Bingehîn Recep Tayyip Erdogan Kenan Evren
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Dîroknas û çalakvan tirk Mehmet Ozer got, Serokomarê Tirkiyê yê berê Kenan Evren jî Qurana pîroz girtibû destê xwe daketibû qadan û niha heman tiştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dike.


Li Tirkiyê mijara referandumê her ku diçe gerimtir dibe. Aliyên nêzîkî dijbereyê di wê baweriyê de ne ku desthilat nikare dengê pêwîst bi dest bixe. 35 sal beriya niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dîsa referandumek li ser destûra bingehîn hatibû encam dan. Gelo wê demê rewaş çawa bû û encamên wê referandumê çi bûn?


Destûra bingehîn a ku niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kar pê tê kirin, piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona sala 1980ê hatibû amade kirin û di encama referandumekê jî hatibû pesend kirin.


Mehmet Ozer di serdema wê referandumê de  çalakvanekî 20 salî bû ku ew piştî 37 salan dibêje şertên tirkiyê yên niha jî weke yên wê demê anko serokomarê wê heyamê Kenan Evren çi bû Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî heman tişt e.


Dîroknas û çalakvan Mehmet Ozer ji Rûdawê re wiha got: “Eger bê bîra we taybetîyeke Kenan Evren çi bû? Wî jî Qurana pîroz girtibû destê xwe daketibû qadan. Wî jî digot ez kesekî dîndar im û hestên olî û baweriya xelkî gorî berjewendiyên xwe bikar anî. Îro jî heman tişt heye, desthilata îro jî pertûka pîroz daye destekî xwe gefên xwe daye destê din.”


Referanduma destûra bingehan aa 12ê Îlonê roja 7ê Mijdara sala 1982ê hatibû kirin û di encamê de ji sedî 91.4 dengên erê ji sedî 8.6 dengên li dijî vê destûrê derketibûn. Mehmet Ozer dibêje wê demê dijbereyeke rêkûpêk nebû lê îro em dikarin li dijî desthilatê bisekinin.


Mehmet Ozer wiha domand: “Pêvajoya li pêşiya me proseya têkbirina tirsê ye. Pêvajoyeke bihêz e.  Em dikarin bi serbikevin. Ji ber ku em êdî hatine cem hev. Her gaveke me dê me zêdetir bigehîne encamê. Ez bihêvî me ku dê dengê ‘Na’ derbikeve.”


Di gel nêzîkbûna dema referandumê li kolanên Enqere çalakiyên li dijî vê referandumê jî dest pê kirine.


Çalakvan Semîh Ozakça ji wiha got: “Di vê rewşa neadil de, yarîyekê dikin û navê xapandina xelkî kirine referandum. Dibêjin va ye, yan rêya  `erê` bi helbijarên yan jî rêya  `na`. Lê em dizanin ku me çi rê nîne. Wan her tişt gorî dilê xwe ava kirine.”


Gorî daxuyaniyên hikjumetê li ser guhertina 18ê xalên destûra bingehîn biryar e hefteya yekem a meha nîsanê referandum bê encam dan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst